Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşa DAIŞ de li Dêrezor Çar Endamên HSD Hatin Kuştin


Endamên HSD'ê li Dêrazorê
Endamên HSD'ê li Dêrazorê

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) roja Çarşemê ragihand ku di encama êrîşeke ji nişka ve de ya şaneyên DAIŞ'ê li parêzgeha Dêrezorê ya rojhilatê Sûrîyê 4 endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û kesekî sivîl hatin kuştin.

SOHR da zanîn ku şaneyên DAIŞ'ê li bazara bajarokê El-Hawayij, li rojhilatê Dêrazorê, otombîleke HSD'ê armanc girt. Hejmara kuştiyên HSD'ê giha 4 kesan, herwiha kesek sivî jî hate kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû, li gor Çavdêrîyê.

SOHR dibêje, ji destpêka sala 2023ê heta niha DAIŞ'ê 164 êrîş li herêmên li jêr kontrola Rêvebiriya Xweser pêk anîne, di nav de êrîşên çekdarî û peqîn.

Li gor dane û çavkaniyên Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov, ew êrîş bûne sedema kuştina 120 kesan, ku di nav de 26 sivîl jî hene.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG