Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku wê ‘’berpirsîya ewlekarî’’ya 7 gundên li bakur û rojhilata Dêrezorê girtiye ser xwe.
Fermandarîya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ya girêdayî HSD’ê ser kontrolkirina daxuyanîyeke nivîskî weşand.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku HSD’ê dijî gurbûna gefên Dewleta Îslamî (DAIŞ) û banga gelên herêmê li gundên Salihiye, Tabiye, Hatla, Haşam, Marat, Mazlum û Huseynîye ‘’berpirsîya gelên herêmê’’ girtiye ser xwe.
Ajansa fermî ya dewleta Sûrîyê, SANA ragihand ku artêşa Sûrî û hêzên hevbendin, li bakurê Dêrezorê êrîşên HSD’ê sekinandine.
HSD ya bi rêberîya Kurdan li bakur û rojhilata Sûrîyê dijî DAIŞ’ê bi koalîsyona bi pêşengîya Amerîka re hevkarîyê dike.
Ew hêza bi pêşengîya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji çar paran pareke Sûrîyê kontrol dike ku li wê parê qadên petrolê û 900 leşkerên Amerîkî jî hene.
Jêder: Ajansa Welat, Reuters