Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Û Destpêkirina Qonaxa Yekê ya Lihevhatina Amerîka Û Tirkiyê


Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyek fermî de roja Sêşemê ragihand ku wan dest bi cih anîna qunaxa yekê kirîye ya lihevahtina Amerîka û Tirkiyê ya derbarê ewlekarîya sinor û rewşa Rojhilata Firatê.

HSD dide zanîn ku Yekîneyên Sinor yên YPG'ê û YPJ'ê û çekên giran ji ser sinorê Sûriyê û Tirkiyê paşda kişandine.

Piştî derbazbûna sê hefteyan Amerîka û Tirkiyê jî berî niha ragihand bû ku wan dest bi qunaxa yekê ya ewlekarîya sinor kirîye ji bo ku Tirkiyê rihet bibe ku xeterî li ser sinorên wê nemaye ji aliyê Kurdan û HSDê ve.

Xweserîya Demokratîk ya ku li Rojhilat û Bakura Rojhilata Sûriyê îdara herêmê bi rê ve dibe dibêje ku ew ti carekê nebûne xeter li ser ewlekarîya netewî ya Tirkiyê. Lê Amerîka jî dixwaze nerihetiya Tirkiyê ya di vî warî de nehêle, ligel HSD di têkiliyan de ye ku bi şêweke serkeftî qonaxên lihevhatina Amerîka û Tirkiyê bimeşin û bigehin encaman.

Bo danûstendinên li ser vê mijarê bernama "Hest Û Helwest", bi beşdarbûna Newaf Xelîl rêvebirê Navenda Lêkolînên Kurdî li Almanya û Dr. Serbest Nebî şirovekar û mamosteyê zanîngehê babet nirxand.

Dr. Serbest dibêje ku Putin dixwest li hember rewşa li Îdlibê Erdogan û artêşa Tirkiyê êrişî rojhilata Firatê bike û Tirkiyê bixe di tengasiyê de, da ku Kurd neçar bibin xwe bidin dest hikûmeta Sûrî.

Newaf Xelîl jî got ku qonaxa yekê ya li hevhatinê dê bajar û herêmên ku rûniştvanên herêmî hene negire, tenê dê hin herêman sinorî yên derveyî bajaran vegire û dewriyên Amerîka û Tirkiyê dê hebin jibo çavdêrîya sinor. Paşê dewrîye û leşkerên çavdêr dê vegerin xalên xwe ya çavdêrîyê, ku Amerîka li ser axa Sûriyê û Tirkiye ji di nav axa xwe de bimîne.

Hest û Helwest 27 08 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:40 0:00

XS
SM
MD
LG