Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Êrîşa Dawî li Baxoz Dê Dijwar Be


Hêzên Sûriya Demokrat li Baxoz zarokek û diya wî yên ji DAIŞ rizgar bûne ragirtine.
Hêzên Sûriya Demokrat li Baxoz zarokek û diya wî yên ji DAIŞ rizgar bûne ragirtine.

Hêzên Sûriya Demokrat roja Înê ragihand ku ew texmîn dikin dê "şerekî giran" li gel çekdarên DAIŞê rû bide yên xwe li Baxoz, bingeha herî dawî asê kirine.

Mistefa Balî, berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat HSDê, roja Înê ji ajansa Reuters re gotiye, çekdarên DAIŞê xwe li Baxoz asê kirine xwe radest nakin.

Balî herwiha got, hêzên me êrîşa dawî bo ser Baxoz encam nadin û serkeftina dawî ranagihînin, heta ku ji sivîlan piştras nebin.

Hêzên Sûriya Demokrat li ser derxistina sivîlên ku li Baxoz asî mane berdewame û ev zêdetirî hefteyekê destpêkirbû. Rizgarkirina sivîlan ji Baxoz amadekarîne bo êrîşa dawî ya ser çekdarên DAIŞê li Baxoz yên naxwazin xwe radest bikin.

Li aliyek din, hêzên Hevpeymanan ragihand ku, Abu Anas Al Fransî di êrîşeka esmanî de bo ser Baxoz hatiye kuştin. Abu Anas Al Fransî ku navê wî Fabien Clain e jî, Îslamiyekî radîkale ji Fransa ye, di girteke Videoyê de derket bû, wî xwe weke berpirsê êrîşa Parîsê ya Mijdara 2015an pêkhatî berpirs ragihand bû.

XS
SM
MD
LG