Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandariya Giştî ya HSD'ê bi Serok Êşîran re Kom Dibe û Efûya Giştî Radigihîne


Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, (General Mazlum Abdi)
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, (General Mazlum Abdi)

Îro Şemîyê 25 Gulanê, li bajarê Hesekê bi vexwendin ji Rêveberîya Xweser û Meclisa Sûrîya Demoqratîk MSD, hevdîtina Êl Eşîrên bakûr û rojhilatê Sûrîyê hat lidarxistin.

Nêzîkî 7 hezar kes ji rûsipî û şêxên êl û eîşrên Kurd, Ereb û pêkhatên din yên herêma bakûr û Rojhilatê Sûrîyê amade bûn.

Fermnadarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdê fermana HSD ya efûya giştî ji bo girtîyên ku destê wan di xwînê de tune be da.

Ev ferman bi taybetî daxwaza êlên herêma Dêrazorê bû.
Ebdî di axafitina xwe de tekezîya şerê terorê û hevkarîya wan li gel koaalisyonê kir.

Fermandarê HSD'ê anî ziman ku ew bi kêmkirina tûndî û alozîyê re bi hemû alîyan re ne, di nav de li gel Tirkîyê jî.

Rêberên Rêvebiriya Xweser li Hesekê bi Serok Eşîran re Kom Dibin
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:25 0:00
XS
SM
MD
LG