Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Dêrazorê li Dijî DAIŞ'ê Oprasyonek Nû Encam Dide


Arşîv: Hêzên HSDê li Dêrezor

HSD'ê, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ev sê rojin li dijî Şaneyên Daişê operasyoanek ewlehî destpêkirin e.

Oprasyon li gelîyê El-Ecîc pêktê ku dikeve bakûrê Dêrazorê û ew herêm bûye armanca operasyona HSD'ê.

Oprasyona HSD'ê bi piştîvanîya ezmanî û bejahî ya kiwalisyonê pêşvediçe.

Li gorî berpirsên ragihandina HSD'ê Ferhad Şamî "Armanca serke ya vê Operasiyonê ewlekariye ku ev herêmên şaneyên Daiş lê çalakin werin baqijkirin ser erd û bin erd û rêyên wan yên qaçax û kozikên wan bêne rûxandin."

Gelîyê el-Eacîc ku dikeve ser sînorê Îraqê, li gorî zanîyarên HSD ku ew li wê deverê çekdarên Daişê pirr aktîv bûn, nexasim ku rewşa hewayê ku pirr alîkarîya wê dike ku bêtirî caran bahozên ecac û tozê heye, ev yek çekdarên Daişê ji çavdêrîya balafiran vedişêre, li alîyekî din ku ew dever mîna navenda veguhestina çek û çekdarane di navbera Sûrya û Îraqê de.

"Ev herêm herêmeke bejahiye û xwezaya wê dibe alîkar bi şaneyên Daiş re ku xwe veşêre û birêxstin bike û ev yek dihêle ku liv û tevgera van şaneyan zêde be li van herêman."

Li gorî agahîyan ku artêşa Îraqê di heman demê de oprasyîon destpêkirî ye, ku ew operayon li devera Îraqê ya beranberî deverên Sûrî yên ku HSD oprasyon lê encam dide.

Li gorî serjimaran ku di meha Nîsana borî de Daişê 38 êrîş pêkanîn, û di heman mehê de HSD bi piştîvanîya kiwalisyonê 58 çekdarên Daiş'ê di oprasyonên taybet de girtin.

Li gorî agahîyan ku dê oprasyon li gorî pêdivî û pêşveçûnên meydanî dirêj bike.

Hêjayî gotinê ye ku HSD bi piştîvanîya Kiwalisyona navnetweyî berdewam çalakîyan dijî Daişê lidardixe. Bi taybetî ji herêma başûrî Hesekê , Reqa û Dêrazorê, ku şanîyên Daişê li wan devera ji destpêka salê pirr aktîve bûne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG