Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavkanîyek Ewlekarî: Tirkîyê Dom Nedaye Êrîşa li Bakur Û Rojhilatê Sûriyê


Roja Duşemê çavkanîyekî ewlekarîyê ji Reuers re gotîye, Tirkîye pêgirî bi wan rêkeftinan kirîye yên ku li gel Amerîka û Rûsya encam dabûn. Yên derbarê agirbesta li bakur û rojhilatê Sûriyê û wê dest bi êrîşek nû nekirîye.

Tirkîye meha derbazbûyî, li gel Amerîka û Rûsya du rêkeftinên cûda li ser rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê pêk anîbûn. Da ku şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê ji herêmên sinorî dûr bixin û li hember wê, Tirkîye êrîşên xwe li dij şervanên Kurd rawestîne.

Lê Enqerê berî niha gotbû ku Amerîka û Rûsya sozên xwe bicî neanîne û gef kirbûn ku ewê cardî êrîşî ser şervanên Kurd bike.

Çavkanîya ewlekarîyê roja Duşemê da zanîn ku Tirkîye tenê bersiva êrîşên YPGê dide di çarçova xwe parastin û berevanî ji xwe kirinê de.

Li alîyek din Çavdêrîya Sûrî ji bo mafên mirov "SOHR" roja Duşemê di raportek xwe de daye weşandin ku piştî grûbên çekdar yên girêdayî Tirkiîy ketine herêmên Girspî û Serêkanîyê. Binpêkirin û zordarîyê li dij xwecihên wan bajaran encam didin û diyardeya herî dawî xapandina xelkê wan bajarane, yên ku di dema êrîşa Tikîyê de nikarbûn birevin, bi rêkên qaçax her kesî bi 300 dolaran digehînin herêmên nêzî HSDê.

Herwiha weke SOHR dibêje, gelek ji kesên di wan bajaran de mabûn û dixwazin derkevin, tên xapandin û wan bi tawana ku malbatên girêdayî Rêveberîya Xweser in. Yan jî endamên HSD'ê ne, di gehînin Tirkîyê û êdî diyar namînin.

XS
SM
MD
LG