Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Gefa Êrîşeke Nû li Dijî HSD'ê Dike


Roja duşemê di civînekê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gefa oeprasyoneke nû li dijî herêmên kurdên sûrîyê xwar.

“Em dê di demeke nêz de operasyoneke nû li bakurê Sûriyê dest pê bikin da ku temamkirina avakirina herêmeke aram bi kûrahiya 30 kîlometreyan pêk bînin.”

Yekser Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD ê daxuyanîyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

HSDê têde got : “HSD dibêje: ti guhertineke stratejîk di dabeşkirina hêzên navneteweyî û belavkirina hêzên garantor ên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çênebûye“.

HSDê destnîşan dike ku, bilind kirina asta gefan û nîşandana hêza dagirker a dewleta Tirk di tê di çarçoveya hewldanên têkbirina ewlkariya herêmê û bersivdayîna xwezayî ye ji aliyê dewleta Tirk ve ye tê di warê hewldanên ji nû ve zindîkirina bermahiyên DAIŞê.

HSDê tekez dike ku Hêzên wan asta gefên Tirkiyeyê yên rastî û yên çaverêkirî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinirxîn e û bi hêzên garantor ên navdewletî re agahiyan parvedike.

Şopîner egera êrîşeke nû ji aliyê Tirkiyê ve li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêkane, ku Tirkiyê armanc dike kontrola xwe li herêm berfireh bike.

Çavdêr Dilbirîn Xelo bwerdike ku Tirkiyê hewl dide ji atmosfera navdewletî ya nakok hin qezncan bidestxe û herêmên nû li bakurê Sûrîyê kontrol bike. Ne xasim di doseya firehkirina endametîya NATO de.

Hêjaye bibîr xistinêye ku Ji sala 2016an ve Tirkiyê 3 operasyonên leşkerî di nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de encam dane. Operasyona yekem di sala 2016an de bû, êrîşî navçeya Ezaz û Cerablusê kirin.

Di Çileya 2018an de êrîşî Herêma Efrînê kirin.

Di Cotmeha 2019an de jî artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî opozîsyona Sûriyê êrîşî navçeyên Serê Kaniyê û Girêsipî kirin

Turkî niha dixwaze ku oprasyoneke nû dijî herêmên kurdên sûrîyê destpêbike. Lê pirs eve ku dê Amerîka rê bide vê yekê an na, şopîner bawerdikin ku bersiva Amerîka pêşeroja nêzîk ya vê herêmê destnîşan dike.

ZO_05_24_2022_HSD_Gef_Tr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG