Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Hilmetên Pakirinê Li Baxozê Berdewam Dikin Piştî Têkbirina DAIŞê


Hêzên Sûriya Demokratîk yên piştgirtî ji aliyê Amerîka ve, di roja Yekşemê de berdewamiya xebatên xwe li Baxozê kirin ji bo pakkirina deverê ji şûnmayên DAIŞê.

Fermandarê hêza Amerîka li dijî DAIŞê got ku, HSD berdewamiya hilmetên xwe dikin, ji bo şopandina şûnên veşartî yên DAIŞê û bidestxistina çek û teqemniyên DAIŞê, ku li paş xwe hiştine.

Di roja Şemiyê de fermandarê girştî yê HSD Genral Mezlûm Kobanî, di merasîma serkeftina fermî de , têkbirina DAIŞê ya leşkerî li Sûriyê ragîhdand.

Kobanî anî ziman ku di şerê 5 salan de li dijî DAIŞê ,wan 11,000 ji leşkerên xwe dan qurbanî di vî şerî de.

Serokê Amerîka jî Donald Trump ji rojnamevanan re got, ku 100 ji 100 DAIŞ hate têkçûye û tune bûye.

Lê karbidestên berevaniya Amerîkî û îstxbaratên wê, huşdarî dank u hîna koka DAIŞ maye û dibe ku şanên wê yên raketî careke din xwe çalak bikin.

XS
SM
MD
LG