Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Weke Tolhildan 5 Endamên Grûpa Çekdar ya Alîgira Tirkiyê Dikuje


Endamên Hêzên Sûriya Demokrat-Sûriye
Endamên Hêzên Sûriya Demokrat-Sûriye

Çavdêriya Sûrî Bo Mafên Mirov "SOHR", roja Yekşemê ragihand ku 5 endamên grûpa çekdar li Sûriyê ya ku Tirkiye piştevaniya wan dike hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

SOHR diya dike ku kuştî û birîndar wî çaxî pêkhatine, dema ku Hêzên Sûriya Demokrat HSDê ya ku praniya wan Kurd in, çalakiyek li gundewarên Serêkaniyê (Ras al-Ayn) li bakurê Sûriyê pêkanî.

Endamên HSD'ê şeva Şemiyê xwe gihand bû herêma grûpên çekdar li eniya Um Al Mancîr û bombek danî wê herêmê û xwe vekişand bû berî bombe bi teqe, ku bûye sedema kuştin û birîndarbûna 8 kesan.

Weha tê xuyakirin ku çalakiya HSD'ê tolhildanek be ya li dij "Meclisa Reqa ya Leşkirî" ya girêdayî Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê, ku endamên grûpa çekdar ya "Sultan Silêman Şah" berî çend rojan bi dizî xwe gihand bû wê herêmê.

Di wî çaxî de, grûpa çekdar ya alîgira Tirkiyê êrîşeke çend demjimêran li dij HSD'ê encam dabû piştî ku bi şevê xwe gihandbû gundê Dibis yê 4 kîlometran nêzî bajarokê Eyn Îsa li bakurê Sûriyê. Û çekdarên grûpa "Sultan Silêman Şah" şiya bûn 7 endamên Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê bikujin û dest danin ser term û çekên wan.

XS
SM
MD
LG