HSD’ê ji raya giştî re peyamek belav kir û têde got:
“Em dibêjin ku Telal Silo tevî koma girêdayî wî, bi daxwaz û xwesteka xwe beşdarî HSD’ê bibû. Ew bi awayekî fermî wekî berdevkê HSD’ê hatibû destnîşankirin û heta berî têkilî jê bêne qutkirin, ew li ser karê xwe bû.”
Berpirsê ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Dengê Amerîka re axifî û got:
“Telal Silo bi Kuştina zarokên wî, ku li Tirkiyeyê dimînin, dihat gefkirin. Ji dema ku winda bûye heta niha, hêzên me vekolîn destpê kirine.”
Telal Silo di sala 2015an de li gel gurûpa el-Selacîqa ya girêdayî wî tevlî Hêzên Sûriya Demukratîk bû, û ta dema cudabûnê, Silo peyvdarê fermî yê HSDê bû.
ji bo guhdarîkirina li raporta Mehmûd Balî fayla deng veke