Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dagli: Seredana General Mackenzie ya Herêma HSDê Helwesteke Sembolîk ya Dijî Gefên Tirkiyê Ye


Faysal Dagli - Şirovekarê Pirsên Siyasî
Faysal Dagli - Şirovekarê Pirsên Siyasî

Tirkiyê di rojên derbasbûyî de bi hezaran leşkerên xwe şandin ser sinorê Sûriyê, yê ku li nêzî herêmên li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk HSD'ê dane.

Berpirsên Amerîkî û yên Tirkiyê di nava danûstendian dane, li ser avakirina herêmeke bi ewle li ser sinor, her ji bo vê armancê û pirsgirêkên li herêmê, balyoz James Jeffery nûnerê taybet yê Amerîka bo pirsgirêkên Sûriyê îro Duşemê û herwiha Sêşemê dê li gel berpirsên Tirkiyê danûstendinan encam bidin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê Mavlut Çavuşoglu roja Dûşemê dîsan gef kirin û got, ewê êrîşî rojhilata Firatê bikin eger ku mercên ewlekariya Tirkiyê ne ên bicih anîn.

Di heman çarçovê de îro 22’yê Tîrmehê şandeyek Amerîkî bi rêvebirîya General Kenneth F. McKenzie Jr, fermandarê giştî yê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) û hin sîyasetvanên Amerîkî û ligel fermandarê giştî yê HSD’ê General Mazlûm Abdî civînek li dar xist.

Ji bo nirxandina rewşa heyî li herêmên Xweserîya demokratîk û herêmên li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê û gefên Tirkiyê şirovekarê pirsên Siyasî Faysa Dagli ev mijar di hevpeyvînekê de şirove kir.

Daglî got serdana Serfermandarê Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) bo herêmên HSD'ê weke bersivdan û helwesteke sembolîk bo li dij gefên Tirkiyê.

Daglî herwiha da zanîn ku pirsa sîstema berevaniyê ya S-400 li gel Amerîka pirseke êdî veger tuneye û Amerîka jî vê dizane lewma heta niha sizayên li ser Trkiyê ne ragihandine û got"Amerîka li Desthialata Erdogan weke pirseke demkî dinêrin, ew zêdetir li Tirkiya piştî Erdogan difikirin".

Hevpeyvîn li gel Fayasal Daglî
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:30 0:00

XS
SM
MD
LG