Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Pêgiriya xwe bi Rêkeftina Rûsya û Tirkiyê Tîne Ziman


Hêzên Sûriya Demokrat HSDê erê kir ku li gor rêkeftina Rûsya ûTirkiyê ji herêmên sînorî derkevin.

HSDê got dê hêzên hikûmeta Sûriyê li ser dirêjiya sînor belav bin.

HSDê bang li Rûsya kir ku diyaloga di navbera hikûmeta Sûriyê û rêveberiya xwesere a Kurdên Sûriyê de gerantî bike.

Li aliyekî din, artêşa Tirkiyê îro Yekşemê ragihand ku HSDê serbazekî wan kuştiye.

Bi kuştina serbazê Tirkiyê re, jimara kuştiyên Tirkiyê digihe 11 kesan ji destpêka operasyona leşkerî ya Tirkiyê ve li bakur û rojhilatê Sûriyê.

XS
SM
MD
LG