Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Hindurê Bajarê Kevn yê Reqa Pêşde Diçe


Şervanên HSD'ê li Reqa
Şervanên HSD'ê li Reqa

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka ragihand ku li hindurê Bajarê Kevn yê Reqa, bi çekdarên DAIŞ’ê re şerekî giran dike.

Koalîsyonaê bi pêşengîya Amerîka, pêr Duşemê dîwarê dîrokî yê Bajarê Kevn ji du cîhan qul kiribû û şervanên HSD’ê ketibûn wê herêmê.

Buroya Medya HSD’ê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku çar şervanên wê li hindurê Bajarê Kevn hatine kuştin.

HSD’ê da zanîn ku li rojhilata Bajarê Kevn, Qesra El-Banat ya dîrokî ji destê çekdarên DAIŞ’ê sitandîye.

Li gor daxuyanîya HSD’ê, DAIŞ li hindurê Bajarê Kevn, zêdetir bi şev cengê dike û bi roj pir nalive.

HSD’ê meha borî dest bi operasyona Reqa kiribû.

Berpirsekî Buroya Medya HSD’ê ji Retuers’e re da zanîn ku jiber taktîkên DAIŞ’ê, ku cûreyekî nû yê mayînan çandîye û bi drone bombeyan berdide, operasyon hinekî hêdî dimeşe.

XS
SM
MD
LG