Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Operasyona Dijî Baxozê Destpê Kir


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dijî Baxozê dest bi operasyonê kir.

Baxoz li Sûrîyê herêma dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ye.

HSD ji çend hefteyan vir ve li dora Baxozê bi cîh bûbû lê bo sivîl ji herêmê derkevin operasyon taloq dikir.

Berdevkê HSD’ê Mustafa Balî ji Reuetersê re da zanîn ku ji roja Şemîyê vir ve ji Baxozê sivîl dernakevin û dîyar kir ku li gor nirxandina wan li herêmê sivîl nemane.

Balî got ku li Baxozê operasyonê destpê kiriye û pevçûnên gur didomn.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku meha borî pirtirê 4000 çekdarên DAIŞ’ê radest bûne.

HSD dide zanîn ku çekdarên herî tund yên bîyan yên DAIŞ’ê li Baxozê ne û hazir in ‘’heta dawîyê’’ şer bikin.

XS
SM
MD
LG