Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Ne Rast E ku Baxoz bi Tevahî Hatiye Rizgar Kirin


Şervanekî HSD'ê li Baxozê

Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka îro Pêncşemê raportên medyayî red kir ku operasyona dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi dawî hatiye.

Berdevikê ragihandinê yê HSD’ê Mustefa Balî ragihand ku operasyonên lêgerîn û paqijkirinê li gundê Baxozê berdewam dikin.

“Raportên medyayî ku dibîjin Baxoz bi tevahî hatiye rizgar kirin, ne rast in. Hevalên me operasyonên paqijkirinê li wê derê didomînin,” Balî ji Reutersê re got.

Hêjayî balkişandinê ye ku bi rizgarkirina Baxozê dawî li “xîlefeta” DAIŞ’ê tine ku wê rêxistina tundra herêmên berfireh yên li Îraq û Sûrîyê xistibûn bin kotrola xwe û bi hezaran kesên bêguneh kuştibûn.

XS
SM
MD
LG