Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

David Satterfield: Amweîka Dê ji Sûrîyê Dernekeve


Li Komîsyona Peywendîyên Derve ya Senatoya Amerîkî rûniştineke bi navê ‘’Piştî DAIŞ’ê Siyaseta Amerîka li Sûrîyê’’ li dar ket.

Di rûniştinê de Cîgirê Wezîrê Derve David Satterfield, ku berpirsê herêma Rojhilata Navîn e, pirsen endamên komîsyonê bersivandin.

Satterfield dîyar kir ku li gor stratejîya Serok Trump ewê Amerîka piştî serkeftina li Sûrîyê hema ji wî welatî dernekeve.

‘’Emê jiber gelek sedeman li Sûrîyê bimînin ku yek ji wan bo Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya ku dijî DAIŞ’ê bi qehremanî şer kir, parastin û îstiqrara li Bakurê Sûrîyê ye’’

Satterfield da zanîn ku ew dixwazin modela rêvebirîya li Bakurê Sûrîyê bo temamê wî welatî bibe mînak û hemî pêkhate werin temsîl kirin.

Satterfield bi berdewamî dîyar kir ku ew fikarên Tirkîyê yên derbarê HD’ê fehm dikin, lê peyvajo didome û ew mijara heta yek du mehan nayê çareser kirin.

Berpirsê herêma Rojhilata Navîn got ku ‘’A baş e ew e ku HSD jî dizane ku ew mijareke girîng e.’’

XS
SM
MD
LG