Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: 520 Çekdarên DAIŞ'ê yên Bîyanî di Destê Me de Ne


Berpirsê Peywendîyên Derve yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Abdulkerîm Omer dîyar kir ku ew nikarin çekdarên Dewleta Îslamî (DAŞ) yên hatine girtin darizînin.

Wî got ku divê ew ji alîyê dewletên ku ji wir hatine, bi şûnde werin sitandin.

Omer ji rojnamevanan re da zanîn ku di destê wan de ji 44 dewlet bi qasî 520 çekdarên bîyanî hene.

Berpirsê HSD’ê dîyar kir ku xêncî çekdaran 550 jin û 1200 zarok jî di destên wan de ne.

‘’Em vî barî bi tenê nikarin rakirin. Em dê ti endamên DAIŞ’ê dernexin pêş dadgehê. Bo ku dewletên wan, wan bi şûnde bistîne çi ji dest me tê em dikin’’ Omer got.

AFP’ê ragihand ku HSD’ê li Qamişlo, jineke ji Sudanê û zarokê wê radestî dîplomatekî ji Sudanê kirine.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi alîkarîya Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de roleke girîng dilîze.


XS
SM
MD
LG