Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Emê Operasyonên Dijî DAIŞ'ê Berfirehtir Bikin


Çekdarên HSD'ê
Çekdarên HSD'ê

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) piştî êrîşa Minbicê bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê operasyonên leşkerî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) berfirehtir bikin.

Roja Çarşemê, di êrîşeke xwekujî ya li Minbicê de 16 kes hatibûn kuştin û berpirsîya êrîşê DAIŞ’ê girtibû ser xwe.

HSD’ê di daxuyanîyê de da zanîn ku ewê bi alîkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ‘’tiştên ji ber DAIŞ’ê mane bi temamî pûç bikin’’

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, li Sûrîyê di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de, bi HSD’re hevkarîyê dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya HSD’ê dike.

XS
SM
MD
LG