Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê HSD'ê: DAIŞ Dê Heta Mehekê bi Temamî Têk Biçe


Çekdarên HSD'ê li Reqa, 2017
Çekdarên HSD'ê li Reqa, 2017

Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî ji AFP’ê re ragihand ku dîyar kir ku ewê heta mehekê Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi temamî têk bibin.

Kobanî dîyar kir ku wan bi operasyona dawî re çekdarên DAIŞ’ê yên mane li herêmeke dorpêç kirine.

‘’Bo bermayên DAIŞ’ê yên li herêmê werin tune kirin, hîn bi me mehek lazim e’’ Kobanî got.

Mazlum Kobanî dîyar kir ku ew bawer dikin ku DAIŞ di meha pêş de bi awayê leşkerî bi temamî têk biçe.

Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi HSD’ê re hevkarîyê dike.

HSD’ê bi piştgirîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di 10 Îlonê de, li herêma Firatê dest bi operasyona xwe ya dawî kiribû.

XS
SM
MD
LG