Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD bi Qasî 300 Girtîyên DAIŞî Berdide


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku 283 girtîyên DAIŞî berdane.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku bo berdana girtîyên DAIŞî, pêşengên eşîretan û karbistên herêmî navbeynkarî kirine.

HSD’ê bi daxuyanîyeke da zanîn ku ‘’di destê kesên hatine berdan de xwîna Sûrîyan tune’’

‘’Wan rêya xwe wenda kiriye, edetên civaka Sûrîyê û hiqûqa wê binpê kirine. Hin ji wan hatine xapandin, lê ew hîn jî zarokên me yên Sûrî ne’’ di daxuyanîya HSD’ê de hat gotin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ew cara pêşî ye ku HSD ewqas pir DAIŞî berdide

XS
SM
MD
LG