Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser 22 Kesên ji Malbatên DAIŞ’ê Radestî Belçîka Kirin


Şandeyeke ji Belçîka serdana Ofîsa Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur dike
Şandeyeke ji Belçîka serdana Ofîsa Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur dike

Ofîsa Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand ku wê 6 jin û 16 zarokên Belçîkî yên ji malbatên endamên DAIŞ’ê ji şandeyeke wî welatî re hatine radest kirin.

Şandeya Belçîkî ku bo vê armancê roja Duşemê serdana Qamişlo kiribû û bi berpirsên Rêvebiriya Xweser re hevdîtin pêk anîbû.

Li Kampa Holê de zêdetirî 30 hezar Îraqî dijîn ku nêzî 20 hezar ji wan zarok in û li beşa taybet ya malbatên biyanî yên DAIŞ’ê bêtirî 13 hezar kes dijîn û pirtirî 7.300 ji wan zarok in.

Li Kampa Roj jî 2.310 bîyanî yên ku endamên DAIŞ’ê ne hene ku hemwelatîyên dewletên Ewrûpî ne û zêdetirî 1.582 ji wan zarok in.

Rêvebirîya Xweser bang alîyên navneteweyî dike ku pirsgirêka bi hezaran malbat û girtîyên rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê çareser bikin, lê heya niha ev bang bê bersîv maye.

Karbidestên Rêvebirîya Xweser di demên dawî de bang û hişyarîyên di derbarê kampên ku malbatên DAIŞ û girtiyên rêxistina terorîst dimînin zêde kirin e, piştî ku Tirkîyê asta gefên xwe wê operasyoneke leşkerî ser bakurê rojhilata Sûrîyê pêk bîne, bilind kiriye.

Li gor karbidestên Rêvebirîya Xweser ya bakur û rojhilata Sûrîyê wê operasyoneke leşkerî ya Tirkîyê torên veşartî yên DAIŞ’ê û malbatên çekdarên wê hêzdar bike, ku ev yek bibe sedem ku ew ji kontrolê derkevin û rê li ber girtina wan bir asteng be.

Dîsa, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî ragihand ku wê 206 endamên DAIŞ’ê, ku temenên wan 18 sal derbaz nekirine, bi navbeynkarîya Fermandarîya Operasyonên Hevbeş roja Sêşemê radestî hikûmeta Îraqê kirin.

Girtiyekî DAIŞ’ê li girtîgeha Sina ku di bin temenê 18 salî de ye (Arşîv)
Girtiyekî DAIŞ’ê li girtîgeha Sina ku di bin temenê 18 salî de ye (Arşîv)

Berdevikê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ya Îraqê Tehsîn Xefacî jî ragihandina HSD’ê piştrast kir û got ku hikûmeta Îraqê 206 endamên DAIŞ’ê yên xort ji HSD’ê wergirtine.

HSD’ê di destpêka vê mehê de jî 50 girtiyên rêxistina DAIŞ’ê yên Îraqî li derîyê sînorî yê Rabîa ya di navbera Sûrîye û Îraqê de ye, radestî hikûmeta Bexdayê kiribûn.

Li gor medya Îraqê xortên ku temenê wan di bin 18 salîyê de bûn, ji alîyê Rêvebirîya Îstixbarat û Dijî Terorê ya eyaleta Nîynewa ve hatine wergirtin.

Hun dikarin tevahîya bernama Tirêj ji ser lînka jêrîn guhdar bikin.

HSD’ ê 206 Xortên DAIŞ’ê Radestî Îraqê Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00
XS
SM
MD
LG