Reuters'ê ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka dê îro Şemîyê ji bakurê Dêrezorê dest bi operasyonê bike.
Fermandarekî payabilind yê HSD'ê ji Reuters'ê re da zanîn ku ewê îro Şemîyê, bi awayekî fermî destpêka operasyonê ragihînin.
HSD dê bi operasyonê hewil bide herêmên li bakurê Dêrezorê ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) paqij bike.
HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, li Reqa jî operasyona dijî DAIŞ'ê didomîne û piranîya wî bajarî bi dest xwe xistîye.