Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Helwesta Xwe ya Ser Rûdanên li Efrînê Eşkere Dike


Dimeneke endamên koma cîhadî ya Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) li herêma Efrînê, 12 Cotmeh 2022.
Dimeneke endamên koma cîhadî ya Heyet Tehrîr el-Şam (HTS) li herêma Efrînê, 12 Cotmeh 2022.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) îro Şemîyê helwesta xwe ya di derbarê rûdanên li Efrînê eşkere kir; şer û pevçûnên çekdarî yên di navbera komên çekdar yên girêdayê Tirkîyê de, li Efrîn û gundewarê Helebê pêk tên.

Berpirsê navenda ragihandinê yê HSD‘ê Ferhad Şamî îro li ser Twiteerê ser mijarê nêrînên rexistîna xwe dîyar kir.

Ferhad Şamî ragihand ku çekdarên bi navê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SNA) hewl dide raya giştî kane bike ku ew ji êrîşa Heyet Tehrîr el-Şam(HTŞ) yan El-Nusra, li ser Efrîn û Ezazê matmayî ne.

Wî got ku di heman demê hin alî jî hewl didin tevlîbûna Tirkiyê di vê operasyonê de veşêrin.

Şamî balkişand ku HSD’ê heya niha gelek caran bi daxuyanî, belge û delîlan plana Tirkîyê ya avakirina kembera reş ya rêxistinên terrorist eşkere kiriye.

Karbidestê HSD’ ê anî ziman ku kontrolkirina HTŞ’ê ve ve jiber sedemên meydanî û siyasî bi erêkirina Tirkîyê ve pêk hatiye.

Dîmenê Twîttera Berpirsê navenda ragihandinê yê HSD‘ê Ferhad Şamî, 15 Cotmeh 2022.
Dîmenê Twîttera Berpirsê navenda ragihandinê yê HSD‘ê Ferhad Şamî, 15 Cotmeh 2022.


Şamî dîyar kir ku pevçûnên wê dawîya bo veşertina rola Tirkîyê têne kirin; rola wê ya di veguherandina dewerê bo heremeke ewle ya bo DAIŞ û HTŞ’ê û bo avakirina bingeheke li hundirê Sûrîyê.


Ferhad Şamî destnîşan kir ku bo HSD’ê di navbera kontrolkirina Efrînê û herêmên din yên dagîrkirî ji alîyê El-Nusra yan komên din yên çekdar ti cudahî tune ye.

Dîmenê Twîttera Berpirsê navenda ragihandinê yê HSD‘ê Ferhad Şamî, 15 Cotmeh 2022
Dîmenê Twîttera Berpirsê navenda ragihandinê yê HSD‘ê Ferhad Şamî, 15 Cotmeh 2022


Şamî dîyar kir ku HSD hê jî wan cîhan wek herêmên dagirkirî dibîne ku divê ew bên rizgarkirin.

“ Jibo me, Efrîn û herêmên din yên dagirkirî di bin kontrola El Nûsra û komên din tên çete de bin, ti ferq nake. Niha jî em wan wek herêmên dagirkirî dibînin ku divê ew werin rizgarkirin, " Şamî got.

Li alîyekî din, şîrovekar bawer dikin ku ev bûyer ne pêkan in, bêyî erêkirin yan çavgirtina Tirkîyê ji vê rewşê re.

Rojnamevan Seed Delî, dibêje ku Efrîn bêyî şer hatiye radestkirinê Cebhet Elnusra û dibe ku ev guhertin wek rêkeftinekê di navbera Rûsya û Tirkiyê be; jibo derxistina Cebhet Elnusra ji herema îdlibê.

Hêjayê gotinê ye ku li gundewarê Helebê û Efrînê, şer û pevçûn di navbera çekdarên girêdayê SNA û Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) de rû didin, di encamê de kontrola Efrînê ket destê Heyet Tehrîr El-Şam.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

HSD Helwesta Xwe ya Ser Rûdanên li Efrînê Eşkere Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00
XS
SM
MD
LG