Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Dixwaze Hejmara Şervanên Xwe Pirtir Bike


Piştî şerê dawî yê dijî DAIŞ’ê li Baxozê, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dest bi sîstema avakirina nû ya hêza xwe kiriye.

Li gor raporan, projeyek jibo Kongresa Amerîkî hatiye pêşkêş kirin ku di nav de HSD jî heye, hêzên hevalbend li Sûrîyê werin zêde kirin.

HSD ji alîyê xwe ve ev proje ne piştrast kir û ne jî red kir.

Berpirsê ragihandina HSD’ê Mustefa Balî got ku ew li gor pêdivîya heyî, derîyê tevlêbûna nav hêza xwe vedikin.

Li alîyekî din, HSD dibêje ku ew niha di peyvajoya jinûavakirina HSD’ê de ne ku ew bibe hêzeke pispor û xwe li gor sîstema artêşan bi rêxistin bike.

Projeya zêdekirina hejmara şervanên HSD’ê bi piştevanîya koalîsyona navneteweyî tê, di vê demê de ku DAIŞ careke din bi hêz bûye û gefên dewletên herêmî ser bakur û rojhilata Sûrîyê hene.

Şîrovekarê sîyasî Barzan Îso dibêje ku projeya ku ji Kongresê re hatiye pêşkêş kirin hewildanên Amerîka yên di parastina herêmên rizgarkirî ne û parastina hevalbendên wê di şerê dijî terorê de ye.

ZO_08_26_2019_SDF_Increase
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG