Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di operasyona xwe ya berdewam ya ser Kampa Holê de hewil dide ku dawî li kuştinên DAIŞ'ê yên li wê derê bîne.
Fermandarên HSD'ê didine zanîn ku di navbera Kampa Holê û torên veşartî yên DAIŞ'ê peywendîyeke xurt heye û di encama lêgerînên wan de ew yek zelaltir xuya dibe.
Ew geşbînîya xwe dîyar dikin ku di dawîya vê operasyonê de kontrol bi temamî bikeve destê wan û hemî endamên DAIŞ'ê dê werin girtin.
Kerem kin raporta taybet ya ser operasyona HSD'ê û kuştinkarîyên DAIŞ'ê yên li wê kampê temaşe bikin: