Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD û Koalîsyona Nawneteweyî Careke din Gerên Nobedarîya Hevbeş Dikin

Dîmeneke ji gerên nobedarîya hevbeş yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên koalîsyona navneteweyî , 3 Berfenbar,2022
Dîmeneke ji gerên nobedarîya hevbeş yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên koalîsyona navneteweyî , 3 Berfenbar,2022

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên hevpeymanîya navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka îro Şemîyê li gelek deverên bakurê rojhilata Sûrîyê gerên nobedarîya hevbeş pêk anîn; roja duyê ya li ser hev.

Dîmeneke ji gerên nobedarîya hevbeş yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên koalîsyona navneteweyî , 3 Berfenbar,2022
Dîmeneke ji gerên nobedarîya hevbeş yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên koalîsyona navneteweyî , 3 Berfenbar,2022

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û hêzên hevpeymanîya navneteweyî îro gerên nobedarîya hevbeş pêk anîn, ji bingeha xwe ya li Rumeylanê heya bajarokên gundewarê Dêrikê û ber bi firokexaneya "Rubaria" ve, ku nêzîkî sînorê bi Tirkîyê re ye.

Li deverên Til Koçer, gundewarên Til Hemîs û rêya ku diçe Yerubiye/Tal Koçer li ser sînorê Sûrîyê û Îraqê do Înê jî gerên hevbeş hatin kirin; di çarçoveya bernameya asayî ya ku bi hemahengî hatiye kirin de.

HSD’ê rawestandina gerên nobedarîya xwe yên hevbeş yên ligel hevpeymanîya navneteweyî ragihandibû û gotibû ku jiber êrîşên Tirkîyê ew neçar mane ku gerên nobedarîya hevbeş yên ligel hevpeymanîya navneteweyî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) bisekînînin;heta dema amadekirina nûçeyê.

Hêjayê gotinê ye ku heya niha her du alîyan jî di derbarê destpêkirina gerên nobedarîya hevbeş yên dijî DAIŞ’ê daxuyanîyeke fermî nedane.

This item is part of
XS
SM
MD
LG