Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevgera Serbazên Azad bi Merasîmekê Tev li HSD Bû


Cîgirê fermandarê giştî yê Tevgera Serbazên Azad, Eqîd Husam Ewak roja Pênçşemê li Hesekê di civîneke çapemenî de veqetîna xwe ji Artêşa Azad ya Sûrî ragihand û tev li Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bû.

Ewak dîyar kir ku destwerdana dewletên herêmî, taybetî ya Tirkîyê û dûrbûna armancên Artrêşa Azad ji daxwaza Sûrîyeke demoqratîk bûn sedem ku ew jê cuda bin.

Wî herwiha da zanîn ku bandora xurt ya Birayên Misilman (Îxwan) li ser serhildayan piranîya hêzên Sûrî kir tundrê û Îslamî û ev yek jî ne bi dilê wan bû.

Berdevkê fermî yê HSD'ê Telal Silo jî di axaftina xwe de tevlîbûna Tevgera Serbazên Azad erê kir û balkişand ku HSD hêza hemî gelên Sûrî ye û armanca wan avakirna Sûrîyeke federal û demoqratîk e.

ZO_10_14_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00

XS
SM
MD
LG