Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD’ê di Operasyona ‘Têkbirina Terorê’ de Heta Niha 31 Çekdarên DAIŞ’ê Girtin


HSD’ê di 3 Rojên Operasyona ‘Têkbirina Terorê’ de 31 Çekdarên DAIŞ’ê Girtin

HSD’ê qonaxa duyan ya operasyona ‘têkbirina terorê’ ya dijî torên veşartî yên DAIŞ’ê, li devera qiraxa rojhilata çemê Firatê li Dêrezorê destpê kir.

Li gor zanyarîyên navenda ragihandina HSD’ê, di roja yekê ya oprasyonê de 24 çekdarên DAIŞ’ê hatine girtin.

Fermandarê HSD’ê Adana Efrînî ji Dengê Amerîka re got ku di roja duyan de emîrekî DAIŞ’ê hat girtin.

Efrînî da zanîn ku qonaxa duyê ya operasyonên dijî DAIŞ’ê wê li Dêrezorê û gundewarên wê didome.

Li bajarokên qiraxa Firatê yên li rojhilata çemê Firatê, li Şihêl, Bisêra û Zîban, çekdarên DAIŞ’ê di dema dawî de pir aktîf bibûn.

HSD bi bîr tîne ku DAIŞ’ê di nava mehekê de 11 êrîş li wan deveran pêk anîne.

Fermandarê HSD’ê Adana Efrînî dibêje ku ser banga rihsipîyên deverê û rûniştvanan, wan dest bi operasyonê kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku operasyon bi piştevanîya koalîsyona navnetewî û bi beşdarbûna tîmên Yekîneyên Antî Teror (YAT) û hêzên Komando yên HSD’ê berdewam dike.

ZO_20_7_020_HSD_Operasyon
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00

XS
SM
MD
LG