Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Peyama General Mazlum Rewşa Dîyaloga Kurdî Çi Ye?


Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), General Mazlum Ebdî derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî bi twîtekê bîragiştî agahdar kir.

“Erka her kesî ye ku amadekarîyên gava nû ya yekrêzîyê bike da ku di nava rojên pêş de em bi qonaxeke nû li hev bicivin. Serkeftina diyaloga di navbera ENKS’ ê û PYNK’ê de ji bo me armanc e. Lihevkirinên me bi dest xistine girîng in û berjewendîyên xelkê me diparêzin.”

Li gor jêderekî ji PYD’ê partîyên Yekîtîya Niştîmanî Kurdî roja Duşemê civîneke navxweyî li dar xist.

Civîn piştî tiwîta Ebdî bû, ku PYNK’ê xwest amadekarîyên qonaxa nû ya dîyalogê bike.

Hevseroka PYD’ê û endama şandeya PYNK’ê ya dîyalogê, Sema Begdaş ji Dengê Amerîka re got ku di civîna wan biryara berdewamkirina dîyaloga bi ENKS’ê re hat dayîn.

Li gor hin şopîneran qonaxa nû ya dîyalogê di vê mehê de destpê dike û mijarên zehmet wê werin niqaş kirin: mîna mijarên leşkerî û rêvebirin û aborî lê dîyar e ku fermandarê HSD’ê û nûnerên Amerîkî bi rengekî rişd dixwazin vê dîyalogê bibin serî.

Li alîyekî din, endamê şandeya ENKS’ê Feysel Yûsif dîyalogê rexne kir û got ku berîya dîyalog berdewam bibe, hin xal divêbûn werin niqaş kirin.

Li gor Yûsif ku bawerî navbera her du alîyan de di asteke pir kêm de ye û ev yek divêbû were çareser kirin berîya destpêkirina dîyalogê.

Hêjaye gotinê ye ku di 17’ê Hezîrana 2020’an de şandên her du aliyan bi amadebûna nûnerê Amerîka yê li Hesekê bi rêya daxuyanîyeke hevbeş ragihandin ku wan ser peymana Duhokê ya sala 2014’an gihîştiye lihevkirinekê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG