Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Dijî DAIŞê Dest bi Operasyona Mezin ya Raqqayê Dike


Hêzên HSDê
Hêzên HSDê

Ajansa nûçeyan ya Hawar (ANHA) îro Sêşemê radigihîne ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) hember rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya tundrê operasyoneke berfireh ya ber bi Raqqa destpê kiriye.

ANHA radigihîne ku hêzên HSDê ji sê alîyan ber bi Raqqa pêşve diçin û hêza yekê ji Ein Îsa bi rê ketiye.

Ajans dide zanîn ku şervanên Ereb yên HSD'ê di rêza pêşîn de cîh digirin û firokên koalîsyonê ji bi êrîşên xwe yên esmanî piştgirî didin vê operasyonê.

Hêjayî bîrxistinê ye ku qumandarê Giştî ya Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) berî çend rojan çûbû Rojava ku amadekarîyên dawî yên vê operasyonê bi fermandarîyên YPG û HSD'ê gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG