Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Rêya Derêzor û Reqa bi Temamî ji Dest DAIŞ'ê Distîne


Şervanên HSD'ê li herêma Reqa

Reuters'ê îro Duşemê ji zarê jêderekî leşkerî yê Kurd ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku Amerîka piştgirîya wê dike, kontrola rêya Dêrezor û Reqa bi dest xistîye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî ew agahîya jêderê leşkerî piştrast kir.

Jêderê leşkerî yê Kurd da zanîn ku bi vê pêşketina HSD'ê xencî rêya li başûrê Çemê Feratê hemû rêyên li dora Reqa hatine girtin.

''Ew serkeftineke mezin e lê hîn tiştên ku divê werin temam kirin pir in'' jêderê leşkerî got.

HSD, ku pêşengîya wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike, piranî ji çekdarên Kurd û Ereb pêk tê.

XS
SM
MD
LG