Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Bakurê Reqa Pêşde Diçe


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi piştgirîya Amerîka ji alîyê bakur ve giheşt Reqa ya ku DAIŞ’ê wek paytaxt ragihandîye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, heta 3 kîlometreyan nêzî Reqa bûye.

Pêşdeçûna nû, piştî êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, ku di van rojên dawî de zêde bûne, pêk hat.

HSD’ê ji destpêka operasyona rizgarkirina Reqa heta niha jimarek gund û navçe ji dest DAIŞ’ê derxistin.

HSD’ê niha Reqa ji alîyê bakur, rojhilat û rojava dorpêç kiriye. Tevî ku koalîsyonê du pirên li herêma Reqa hilweşandin jî DAIŞ hîn jî dikare ji alîyê başûr re derkeve.

SOHR’ê herwiha dîyar kir ku HSD’ê li başûrê Reqa navendên av û gazê bi dest xistine.

XS
SM
MD
LG