Lînkên eksesibilîtî

Fermandarê HSD'ê Mahmud Îsmaîl: Emê di Demeke Nêzîk de Reqa Rizgar Bikin


Fermndarên HSD'ê

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi êrîşên li ser rojhilat, rojava û bakurê Reqa dest bi operasyona rizgarkirina wî bajarî kir.

Fermandarê HSD'ê yê Odeya Operasyonê ya Xezeba Firatê, Mahmud Îsmaîl di peyameke taybet de ji VOA re got ku ev operasyon pir girîng e jiber ku DAIŞ di navenda xwe de were fetisandin.

"DAIŞ li bajarê Reqa xîlafeta xwe ragihandibû û emê her li vî bajarî wê rêxistina tundrê têk bibin. Heta niha me bi dehan gund bajar rizgar kirin ku di nav wan de Tabqa jî yehe û herwiha 2 bendavên girîng jî di bin kontrola me de ye. Jiber pêşdaçûna me ya xurt, DAIŞ wek berê nikane li ber xwe bide û rizgarkirina Reqa nêzîk e."

Îsmaîl bi berdewam bal kişand ku ewlehîya sîvîlan ji wan re pir girîng e, loma jî ew hemî tedbîran digirin ku zîyan negiheje gelê Reqa.

"Operasyona Reqa hêdî hêdî meşîya jiber ku em gelek girîngî didin jîyana sîvîlan û tedbîrên xurt digirin ku zîyan negiheje wan. Bi xêra korîdara ku me vekir, bi hezaran sîvîl kanîbûn bigehijin herêmên ewle yên Rojavayê Kurdistanê."

XS
SM
MD
LG