Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: HSD Ket Hindurê Bajarê Kevn yê Reqa


Şervanekî YPG'ê li Reqa
Şervanekî YPG'ê li Reqa

Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka, vê sibê ketîyê bajarê kevn yê Reqa.

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM) bi daxuyanîyekê da zanîn ku HSD’e, dîwarê ku bajarê kevn dorpêç dike ji du cîhan qul kiriye û ketiye hindurê wê herêmê.

CENTCOM’ê dîyar kir ku her quleke ser dîwarê dîrokî 25 metre ye û ewê di operasyonê de hewil bidin ku dîwarê ku dirêjîya ya wî 2,5 kîlometre ye biparêzin.

HSD pêr Yekşemê jî li başûrê Reqa pêşde çûbû û bazara li wê hêlê bi temamî ji DAIŞ’ê sitandibû.

Li gor daneyên CENTCOM’ê li bakurê Reqa bi qasî 2500 çekdarên DAIŞ’ê hene.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi piştgirîya Amerîka di 6’ê Hezîranê de dest bi operasyona Reqa kiribû.

Neteweyên Yekbûyî (NY) radigihîne ku li hindûrê Reqa hîn jî bi qasî 100,000 sîvîl hene.

Hêzên HSD'ê Gihan Bajarê Kevin yê Reqa
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:49 0:00

XS
SM
MD
LG