Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: 80 ji Sedê Reqa Hat Rizgar Kirin


Reuters’ê îro Çarşemê ji zarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên wê kontrola 80 ji sedê Reqa bi dest xistîye.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, bi daxuyanîyekê da zanîn ku di operasyona rizgarkirina Reqa gihaştîye qonaxa dawî.

HSD’ê dîyar kir ku dijî çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li bakurê bajarê Reqa enîyeke nû vekiriye.

DAIŞ’ê Reqa wek payxtaxta xîlafeta xwe ragihandibû.

HSD ya bi piştgirîya Amerîka du hefteyên berê jî dest bi operasyona Dêrezorê kiribû.

XS
SM
MD
LG