Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Bang li Çekdarên DAIŞ'ê Dike ku bi Çekên Xwe Teslîm Bin


Şervanên HSDê
Şervanên HSDê

Berdevka Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) îro Pêncşemê bang li çekdarên DAIŞ'ê kir ku çekên xwe deynin û xwe radest bikin.

Berdevka HSD'ê Cîhan Şêx Ahmed ji Reutersê re got ku ger çekdarên DAIŞê li Reqa heta dawîya mehê, bi çekên xwe teslîmî hêzên wan bin, wê ti zîyan negiheje wan.

“Em jîyana mîlîtanên ku teslîm dibin, rutbeya wan çi be bila bide, garantî dikin û herwiha bo ewlehîya malbata wan jî garantî didin. Em bi hêvî ne ku kesên ku hatine xapandin yan jî bi zorê tev li DAIŞ'ê bûne, bikaribin ji vê derfetê feyde wergirin.”

Cîhan Şêx Ahmed bi bîr xist ku banga wan ya berê ku di 15'ê Gulanê de çekdarên DAIŞ'ê re hatibû kirin, encamên erênî peyda kirine û wan ser daxwaza gelê Reqa vê biryarê nû daye.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka dibêje ku dora 3,000 heta şervanên DAIŞ'ê hene ku Reqa hember operasyona HSD'ê biparêzin.

XS
SM
MD
LG