Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Navbera Nehiştina DAIŞ'ê Û Peymanên Navnetewî de Çarenivîsa Rojhilata Firatê


Hêzên Sûrya Demokart HSDe, di çargoşeke pir teng de li li herêma Dêrerzorê ya Rojhilatê Sûriyê çekdarên DAIŞê xistine di tengasiyê de, tê texmîni kirin di roj û seatên bên de, bidawî hatina DAIŞê ji aliyê leşkerî ve li wê herêmê dê bihê ragihandin.

Di heman demê de Hilcivîna Sêqolî ya Sochi, roja Pêncşemê di navbera serokên hersê welatan, Tirkiye, Îran û Rûsyê de pêkhat. Weke hercar Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan, rijde ku hêrîşî ser kurdan bike, li rojhilatê Firatê, bi armanca nehiştina Kurdan di nava yekîneyên Hêzên Sûrya Demokrat HSDê de.

Bo danûstendina li ser vê mijarê Lêkolîner Hejarê Şamil ji Sochi û herdu peyamnêrên Dengê Amerîka li herêma şer, Mahmûd Balî û Zana Omer beşdar bûn.

Zana Omer da zanîn ku di çargoşeke tengd de çekdarên DAIŞê hatin dorpêçkirin û du sedemên sereke hene ku Hêzên Sûrya Demokrat HSD û hêzên hevpeymanan bilez pêşve naçin, sedemsa Yekê, çekdarên DAIŞê nêzîkî 1000 kesên sivîl, weke mertal di dest xwe de girtine, sedema Duyan jî, van rojên dawiyê DAIŞê, hin cûrên taybet yên rokêtan bi dest xistine ku cara yekê ye DAIŞ wan bikartîne, ev rokêt bûne sedem ku pêşketin bilez çênebin, weka Zana Omer dibêje.

Sami Tan u Hejar Shamilov
Sami Tan u Hejar Shamilov

Peyamnêrê Dengê Amerîka Mahmûd Balî dîsan tevlî bernamê bû û got, DAIŞ ji aliyê leşkerî ve bidawî bûye û HSD xwe amade dike bo ragehandina serkeftina dawî biser DAIŞê de li Rojhilatê Firatê, Balî herwiha li gor çavkaniyên ji herêmê û kesên ji nava DAIŞê tên, dibêjin duberî di nava baskên DAIŞê de çêbûne, lê ev yek ji aliyê çavkaniyên serbixwe nehatiye piştrast kirin.

Lêkolîner Hejarê Şamîl ji Sochi got, bo cara Çarê ye civîna Sêqolî ya Sochi çê dibe lê tu encamek ji civîna dawiyê dernekt, Îran û Rûsya li dij plana Tirkiyê derdikevin û her welatekî beşdar di civînên Sochi de, li Sûriyê tiştekî cûda dixwaze.

Hello Washington 15.02.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:03 0:00

XS
SM
MD
LG