Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD li Hindurê Reqa Taxa Duyê Rizgar Dike


Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wan taxa Sabahîya ya rojavayê bajarê Reqa ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) rizgar kir.

HSD’ê da zanîn ku demeke zûtir ya îro, her li rojavayê Reqa gundê El Ceza ji ji alîyê şervanên wê ve hate azad kirin.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka Mahmud Balî ragihandibû ku niha li taxên Dirayê û Sînaê şerên dijwar di navbera HSD û DAIŞ’ê de diqwemin û koma tundrê DAIŞ bi maşîneyên bombebarkirî hewil dide ku pêşdeçûna HSD’ê hêdî bike.

Balî herwiha ragihand ku firokên koalîsyonê navnetewî jî bi awayekî karîger armancên DAIŞ’ê dide ber bombeyan.

HSD ku ji YPG û komên din yên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmenan pêk tê, roja Sêşemê bi êrîşên li ser rojhilat, rojava û bakurê Reqa dest bi operasyona rizgarkirina wî bajarî kiribû.

XS
SM
MD
LG