Lînkên eksesibilîtî

SOHR Dîyar Dike ku HSD Ketîye Hindurê Tabqa


Şervanekî HSD'ê li rojavayê Reqa

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê da zanîn ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ketîye Tabqa ya li rojavayê Reqa.

DAIŞ’ê Reqa wek paytaxta xwe ragihandibû û Tabqa jî di destê çekdarên rêxistina tundrê de ye.

SOHR’ê dîyar kir ku HSD di başûrê Tebqa re ketîye hindur bajêr ku li hember çekdarên DAIŞ’ê ji wir pêşde diçe.

HSD’ê jî ji ser malpera xwe piştrast kir ku kontrola hin deverên başûrê Tabqa bi dest xistîye.

Tabqa 55 kîlometre li rojavayê Reqa ye. DAIŞ di ser wir re peywendîyê bi herêmên rojavayê Sûrîyê re çêdike.

HSD, di Mijdara 2016’an de bi hevkarîya Amerîka dest bi operasyona Reqa kiribû ku niha ji sê alîyan ve nêzî wî bajarî bûye.

Hêjayî bîrxistinê ye, pêşengîya HSD’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike.

XS
SM
MD
LG