Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên HSD'ê li Tebqa Pêşdeçûna Xwe Didomînin


Şervanên HSDê li bakurê Reqa
Şervanên HSDê li bakurê Reqa

Reutersê îro Înê ragihand ku hêzên bi piştgirîya Amerîka çend taxên din yên Tabqa ji dest DAIŞ’ê derxistine.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku ji komên Kurd û Ereban pêk tê, di meha Mijdarê de dest bi operasyona rizgarkirina Reqa kiribû û di çend hefteyên vê dawîyê de operasyon hinekî hêdî dom kiribû.

HSD ji alîyê bakur de hewil dide ku Tabqa û bendava wê yê ser Çemê Feratê bi temamî kontrol bike ku ew hêrêma 40 kîlometra dûrî Reqa ye.

HSD’ê îro Înê dîyar kir li Tebqa pêşde çûye û taxên başûr, Nababila û Zahra ji dest DAIŞ’ê derxistine. HSD’ê, do Pênşemê jî taxa Wahab, ku li başûrê her du gundên îro hatine sitandin dikeve ji dest cîhadîyan derxistibû.

Di hefteyên dawî de, HSD li derdora Reqa pêşde çûye ku cîhadîyan piştî xîlafet di sala 2014’an de ragihandibûn, ev bajar wek paytaxt bijartibûn.

Hêjayî bîrxistinê ye, pêşengîya HSD’ê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dike. Di êrîşên esmanî yên Tirkîyê de 20 şervanên YPG’ê hatibûn kuştin, li dij êrîşan Amerîka û Rûsya nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.

XS
SM
MD
LG