Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD: Ger Tirkîye Êrîş Bike Emê Bersîvên Tund Bidin


Fermandarê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Mazlum Kobanî dîyar kir ku ger Tirkîye êrîşî rojhilata Çemê Firatê bike ewê ‘’bersîvên tund’’ bidin.

Kobanî ji Reuters’ê re dîyar kir ku têkoşîna wan ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) girîng e û bang li Amerîka kir ku rê li ber operasyona Tirkîyê bigire.

Wî da zanîn ku Washington heta niha bi awayekî cidî ser vê mijarê sekinîye û got ku ‘’Amerîka divê hewildanên xwe zêdetir bike’’

Kobanî dîyar kir ku ger Tirkîye êrîşî wan bike, ewê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên pêşengîya HSD’ê dikin berê xwe bidin têkoşîna dijî Tirkîyê û ewê DAIŞ jinûve gur bibe.

Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi HSD’ê re hevkarîyê dike, lê Tirkîye wê rêxistineke terorî dihesibîne.

XS
SM
MD
LG