Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku bi hezaran Sûrî yên ji civata Elewî roja Pêncşemê cenezayê sê sîvîlan bin ax kirin, ku ji alîyê çekdarên îslamî yên biyanî yên hevbendên desthilatdarên nû yên Sûrî ve hatibûn kuştin.
SOHR dîyar kir ku sê sîvîlên Elewî ku ji heman malbatê bûn roja Çarşemê li gundê Eyn Şerqiya, li parêzgeha Lazîqiyê hatine kuştin.
"Bi hezaran şînker li merasîma cenazeyên sê cotkarên Elewî ji heman malbatê kom bûn, ku yek ji wan zarok bû, ji aliyê çekdarên Îslamî yên biyanî yên hevbendên desthilatdarên nû yên Sûrîyê ve hatin kuştin," SOHR got.
Ji dema têkçûyîna Esed di 8’ê Berfanbarê ve, tundîya dijî Elewîyan zêde bûye, ku SOHR herî kêm 148 kuştinên Elewîyan tomarkiriye.
Roja Sêşemê, sê rêberên olî yên Elewî jî, ji alîyê çekdarên nenas ve li ser rêya Tartûs-Şamê hatin kuştin, SOHR got.
Rêberek olî yên din yê Elewî û hevjîna wî jî roja Pêncşemê li gundewarê Hemayê mirî hatin dîtin piştî ku rojek berê hatibûn revandin.
Li gor dîmenên ku ji hêla SOHR’ê ve hatine parve kirin, hin ji wan kesên ku beşdarî merasrîma cenazayan bûne, dijî wan komên çekdar dirûşman diqîrên.
Ramî Abdel Rahman, ku serokê SOHR’ê ye, ji AFP re got, behîdaran hevdem daxwaz kirine ku rêvebirên nû yên Sûrî bi hezaran leşkerên girtî yên Elewî azad bikin.
Piranîya artêşa Sûrîyê ji endamên civata Elewî pêk dihat, ku niha hatiye belav kirin û rêvebirên nû yên Sûrî wê jinûve saz dikin.
Meha borî, xwepêşandanên bi hêrs li Sûriyê derketin kolanan, piştî belavbûna vîdyoyek ku êrîşek li ser perestgeheke Elewîyan nîşan dide, û SOHR ragihand ku xwepêşanderek li bajarê Humsê hat kuştin.
Desthilatdarên Sûrî gotin ku dîmen "kevn" bûn û "komên nenas" li pişt êrîşê ne, û gotin ku jinûve weşandina vîdeoyê "tevlihevkirinê" armanc dike.
Hevbendîya bi pêşengiya koma sunî ya Heyat Tehrîr El Şam (HTŞ), ku Şam girt û piştî êrîşeke 12 rojan di 8’ê Berfanbarê de rejîma Esad têk bir.
Jêder: SOHR/AFP