Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heyet El Tehrîr El-Şam li Îdlibê Pêş Dikeve


Çekdarên HTS

Di hefteya borî de û piştî çend mehan ji agirbestê, dîsa şer li herêma Îdlibê û gundewarên rojavayê Helebê derket.

Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku Cebhet El Nusra tê de koma serekî ye, êrîşî koma bi navê Nuredîn El Zinkî kirin û hemî herêmên di destê wê de girtin.

Nurhat Hesen
Nurhat Hesen

Rojnamevan Nûrhat Hesen ku ji nêz ve liv û tevgera komên îslamî li Îdlibê dişopîne, got ku planeke Tirkî hebû ku Cebhet El Nusra tune bike, lê tersî wê çêbû û niha 15 hezar endamên Nusra hene.

“El Nusra gelek herêm ji El Zinkî girtin û herî dawî navenda wê ya serekî li bajarokê Qubtan El Jabal, xist bin kontrolê. El Zinkî bi temamî li deverên Îdlibê û rojavayê Helebê hatiye ji nav birin û çekdarên wê revîne Efrînê. “

Hesen got ku gelek tevlihevî û nankokî di navbera komên çekdar de derketine, taybetî di nav yên girêdayî Tirkîyê li Efrînê.

“El Nusra li du gundên Efrînê Qîlê û Bihîyê pêş ket, herwiha hin fermandarên wan dibêjin ewê berê xwe bidin Efrînê jî”.

Hesen pêşketina HTŞ li Îdlibê wek destpêka dawîya rêketina Astana û têkçûna planên Tirkîyê dibîne.

“Di dema borî de Tirkîyê pir hewil da ku El Nusra di bin navên cuda de rêwa bike, lê wê nikanîbû. Nusra ji destê Tirkîyê derket û ew êdî nikare wê kontrol bike”.

Hêjayî gotinê ye ku parêzgeha Îdlibê û gundewarên rojavayê Helebê wek herêma kêmkirina şer di rêketina Astana de ya navbera Rûsya, Tirkîye û Îranê hatibûn destnîşan kirin. HTŞ ku wek komeke terorê tê nasîn, li dervayê wê rêketinê mabû.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG