Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Huawei Geşbîn E ku Kêşeyên ligel Amerîka Çareser Bin


Huawei

Cîgirê Serokê kompanîya Huawei Mika Lauhde îro Pêncşemê geşbînîya xwe dîyar kir ku pirsgirîkên wan yên bi Amerîka re bi dawî werin.

Lê, Lauhde hişyarî jî da ku ger hikûmeta Amerîkî kêşeya heyî çarser neke û pêşî li teknolojîya Çînî bigire, hîngê ewê teqe li xwe bike û zarar bigehîne berjewendîya xwe.

“Ez bawer nakim Amerîka gavên zêdetir bavêje ku peywendîyên bi Huawei û teknolojîya Çînî hîn xirabtir bin. Ku wiha bikin, Amerîkî dê zîyanê bidin xwe û xwe ji tevahîya cîhanê qut bikin û rê li ber bersîvdaneke tund ya Çînî jî vekin.”

Lauhde ji Associated Press re got ku ew çaverê ye ku bo girjîya bi Amerîka re çareserîyeke erênî peyda be jiber ku sedema serekî ya arîşeyên navbera Amerîka û Çînê ne Huawei ye, le şerekî berfirehtir ya bazirganî heye.

XS
SM
MD
LG