Balyozê Amerîkay li Îsraîlê Mike Huckabee dibêje pirsgirêka navokî tenê beşek ji fikarên Donald Trump li ser Komara Îslamî ye û dide zanîn ku serokê Amerîkayî dixwaze dawî li zordarîya navxweyî û bernameya muşekên balîstîk bîne.
Di hevpeyvînekê de ligel Breitbart News, Huckabee got ku Trump ji Komara Îslamî re eşkere kir: "Hûnê çekên navokî bidest nexin, hûnê uranyumê dewlemend nekin, û divê hûn dev ji kuştina gelê xwe berdin."
Wî zêde kir ku texmîn nîşan didin ku bi deh hezaran kes di xwepêşandanên vê dawîyê de hatine kuştin.
Li ser pirsa gelo divê balê bikişîne ser bernameya navokî yan guhertinek di reftara giştî ya hikûmetê de, balyozê Amerîkî got ku herdu mijar nikarin ji hev cuda bibin.
"Ew nikarin ji hev veqetin," wî got. "Çima pêdivîya wan bi çekên navokî heye? Ew dixwazin çi bi wan bikin? Ewê wan bikar bînin."
Huckabee herwiha tekez kir ku berdewamîya danûstandinan dê girêdayî tiştê ku tîma danûstandinê ya Komara Îslamî bîne ser maseyê.
"Em hêvî dikin ku nêzîkbûneke maqûl ji Îranîyan pêk were. Lê 47 sal derbas bûn û em hîn jî li benda nêzîkbûneke wiha ne," diplomatê Amerîkayî got.
"Em bi wan re danûstandinan dikin û ew rêkeftinekê dixwazin, lê me ev peyvên efsûnî nebihîstine: 'Emê çekên navokî bidest bixin,' Trump şeva Sêşemê di gotara xwe ya salane de li Kongresê got."
Karbidestên rejîma Îranê tekez dikin ku danûstandin tenê li ser bernameya navokî ne. Lê çend demjimêr berî destpêkirina gera sêyemîn ya danûstandinan, Wezîrê Derve yê Amerîkî Marco Rubio got ku redkirina Komara Îslamî ya danûstandinên li ser bernameya mûşekan "pirsgirêkeke pir mezin" e.
Wî eşkere kir ku Trump dixwaze bigihêje rêkeftineke aştîyane, lê şertên taybet ji bo wê danîye û tekez kir ku divê rejîma Îranê çekên navokî an jî karîna dewlemendkirinê bidest nexe.