Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Yemenê duşemê dîyar kir ku hikûmeta Yemenê û serhildayên Husî li ser pîlanek leşkerî ya ji vekişandina bendera avî ya Hudeyde li hev kirin.
“Nûnerê Taybet yê Yemenê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Griffiths di axaftina xwe ya ji Ammanê ya li ser videoyê ji konseya Ewlehîyê re gotîye “ez hevî dikim ku heke ev vekişandina bi vê peymanê pêk were, di vî şerê demdirêj de , ewê bibe cara yekem ku hezên şer bi dilxwazî hezên xwe vekişinîn.”
Li gor agahdarîyên Martin Griffiths, Cara yekem, li Swedênê , di meha Berfanbarê de, di danustandinên bi rêbertîya general Michael Lollesgaard û Hikûmeta Yemenê û serhildayên Husîyan de li ser peymanekê hatîye li hev kirin. Peymana Swêdê ji ber binpêkirin û gîrokirinê betal bûye.
Martin Griffiths bang li Husîyan kir ku %70 yî bendera avî ya Hudeyde bingeh bazirganî û mirovahîyê ye, ew di bin kontrola wan de ye."Ev tevî rêbertîyê , ceribandinek gelek tiştan e, ku emê di rojên pêşde bibînin ku de bawerîya mirovan di vê mijarê de têkneçe".
Li gor karbidestek Neteweyên Yekbûyî (NY), gava yekem ya peymanê vekişandina hezên Husîyan û Hikumeta Yemenê ya bi qasî çend kîlometreyane. Gava dûdyan li gor cîh û şerkeran vekişandina ji 18-30 kîlimetreyane. Li bajarê Hudeyda, li hinek deveran hezên her du alîyan tenê 100 metre hemberî hevûdin vekişîne
Griffiths di axaftina xwe ya Konseya Ewlehîyê de, qala serokê Yemenê Abed Raboo Mansur Hadî û rêberê serhildayên Husîyan Abdul Malik al Houthi kir.
"Gava duyemîn, bi armanca çareserkirina pirgirêkên di derbarê rewşa hezên ewlehîya xwecehî tevgerek gelek lezgînîye” Griffiths got.
Grafit endamên Konseya ewlehî li ser axaftina xwe ya sala borî ku dîtina çareserkirinek sîyasî bû carek di hişyar kir û got ku "bo dawîkirina şer çareserkirinek sîyasî berdestbar bû lê herdem şer dikare derfeta aştîyê ji ser masê nehêle.”
Hejayê birxistinê ye ku şerê navxweyî yên li Yemenê di 2014an de, dema serhildêrên Husî dema bajarê San'a dagîr kirin virde dest pekirîye. Koalîsyonêk bi rêbertîya Arabistana Saudî û alîkarîya navnetewî ji 2015 an virde bi serhilderên Husîyan re şer dike. Şerê dijwar yê li welatê herî xizan yên welatên Arab de, bûye sedema kuştina bi hizaran sivîlan, bi mîlyonan kes rastî tûnebuna xwarin, vexwarin, dermanan ê êrîşên giran hatine