Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Peyamên Sersaxîyê jibo Hugo Chavez Didin


Gelek rêberên cîhanê jiber mirina Serokê Venezuela Hugo Chavez peyamên sersaxîyê weşandin û gelê Venezuela jî bi serokê xwe bi bîr tîne.

Yek ji hevalbendên herî nêzîk yê birêz Chavez, Serokê Bolîvya Evo Morales di axaftineke de, bi çavên hêstir got, birêz Chavez dê her wekî îlham bimîne, jibo gelên ku jibo azadîyê têkoşîn didin. Morales got, Chavez jibo wan ji berê zindîtir e."

Hevalbendekî din yê nêzîk, Kuba jî 2 roj şînîya netewî ragihand. Li wî welatî alayên hemî deran hatine nizim kirin.

Daxuyanîya hikûmeta Kubayê got, gelê Kubayê birêz Chavez wek yek jî kurên wî yên herî hêja qebûl kir û hez kir.

Seroka Arjantînê Cristina Fernandez jî behîya 3 rojî îlan kir. Li ber e, Xanim Fernandez here Venezuela û wel Serokê Uruguay Jose Mujica piçimkdarî li merasîma binaxkirina birêz Chavez bibe.

Serokê Nîkaragua Daniel Ortega jî soz da ku navê birêz Chavez bîr bîne û nirxên wî bidomîne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon jî sersaxî ji gelê Venezuela re xwest.
XS
SM
MD
LG