Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrên NY: Hîn Çekên Giran li Nav Bajarên Sûrîyê Hene


Rêxistina Human Rights Watch dibêje hikûmeta Sûrîyê û mîlîtanên wê navbera dawîya Avdarê û destpêka Nîsanê bi kêmanî 95 sivîl li parêzgeha Idlib li bakur rojavaya welat, tevî agirbesta ku ji alîyê nûnerê navnetewî Kofî Annan hatibû lidar xistin.

Di rapora Çarşemê de, karmenda rêxistinê Anna Niestat got, wiha diyar bû ku hikûmeta Sûrîyê dixwest her xulekê berî agirbestê bikar bîne jibo ziyanê bike.

Komeleya Çavdêrîya Sûrîyê ya Mafên Mirovan dibêje serhildayan 15 endamên hêzên ewlekarîyê di kemînekê de li Parêzgeha Helebê kuştine.

Ev bûyer çêbû, rojekê piştî ku çalakvan û rêxistinên mafên mirovan ragihadin ku 30 kes di tundûtûjîyê de hatin kuştin, 9 ji wan ji eynî malbatê bûn her li Idlib.

Çavdêrên NY dibêjin artêşa Sûrîyê hîn çekên giran li nav bajaran heye. Çavdêran her wisa gotin hikûmet û opozisyonê agirbesta Kofi Annan binpê kirine.

Kerema xwe lînka dengî li destê rastê vê rûpelê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG