Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tahrîr el-Şam'ê Berpirsîya Cotpeqînên Humsê Girt Ser Xwe


Hums
Hums

Reuters'ê do Duşemê ragihand ku rêxistina cîhadî Tahrîr el-Şam bepirsîya cotpeqînên li Humsê yên roja Şemîyê girt ser xwe ku li navendên ewlekarîyê pêk hatibûn û di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin.

Ebû Muhammed el-Golanî bi vîdeoyekê da zanîn ku pênc êrîşkarên xwekuj cotpeqîn pêk anîne û ew destpêka rêzek êrîş in.

''Hikûmet tenê ji zimanê êrîş û xwînê fehm dike,'' Golanî got û bi berdewamî dîyar kir ku di peqînan de ji 50'î zêdetir leşkerên artêşa Sûrîyê hatine kuştin.

Di nav kuştîyan de, Serokê Ewlekarîya Leşkerîya Humsê General Hassan Daabul jî heye.

Golanî, ku rêxistina wî bi hin komên Artêşa Azad ya Sûrîyê re jî şer dike, herwiha jiber ku ew beşdarî civînên Astana û Cenev'ê bûn, bi tundî gef li rêberên serhildayan xwaribû.

XS
SM
MD
LG